Bîlançoya teqîna Şamê giran dibe: 9 kuştî û 20 birîndar

Di teqîna li Şamê de, 9 kes kes hatin kuştin û 20 jî birîndar bûn. Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê got ku ew li ser bûyerê lêkolîn dikin. MSD'ê û Partiya Yekîtiya Suryan bi daxuyaniyên cuda, sersaxî ji malbatên qurbaniyan re û şîfayeta lezgîn ji birîndaran re xwestin. Vê sibeh jî, çekdarên nenas li Şamê êrîşî bendeke kontrolê kirin. Li gundekî Dêra Zorê jî ala çeteyên DAIŞ'ê hat hildan.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat nûkirin: Piştî girtina desthilata Sûriyê ji aliyê Ehmed Şera ve, bûyerên teqandinê li seranserî welêt zêde bûne.

Di vê çarçoveyê de, li hundirê qehwexaneyekê li Şamê jî teqînek pêk hat.

Dezgehên ragihadinê yên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê eşkere kirin ku di êrîşê de, 9 kes hatin kuştin û 20 birîndar bûn.

Wezareta Hundirîn a Hikûmeta Veguhêz: lêkolîn dewam dikin

Wezareta Karên Hundir a Hikûmeta Veguhêz der barê teqîna li Şamê de daxuyanî da.

Wezaretê diyar kir ku lêkolînên destpêkê nîşan dan ku teqîn ji ber teqemeniyeke destçêkirî ya bi giraniya nêzîkî kîloyekê pêk hat.

Wezaretê destnîşan kir ku lêkolîn dewam dike û encamên wê dê bi rêya kanalên fermî yên wezaretê werin ragihandin.

MSD'ê sersaxî ji malbatên qurbaniyên teqîna li Şamê re xwest

Piştî vê, gelek peymanên sersaxiyê ji bo qurbaniyan hatin.

Meclisa Sûriyeya Demokratîk MSD'ê bi daxuyaniyekê sersaxî ji malbatên qurbaniyan re xwest.

MSD'ê ev bûyer wekî binpêkirineke mezin li ser ewlehiya welatiyan bi nav kir û wiha got:

"Teror hîna jî gefeke rasterast li ser aramiya Sûriye û siberoja gelê wê çêdike.

Sepandina ewlehî û aramiyê li seranserî Sûriyê pêşaniyeke neteweyî ye.

Têkoşîna li dijî terorê û jiholêrakirina çavkaniyên wê, berpirsyariyeke kolektîf e.

Ji bo parastina sivîlan û yekparebûna welat, pêdivî bi yekgirtina hemû hewldanên neteweyî heye."

MSD'ê diyar kir ku avakirina Sûriyeke aram tenê bi serweriya yasayê, xurtkirina nirxên dadmendî û aştiyê û redkirina terorê pêkan e.

Dawiyê, MSD'ê banga parastina sivîlan û spandina ewlehiyê kir.

Partiya Yekîtiya Suryan teqîna li Şamê şermezar kir

Her wiha Partiya Yekitiya Suryan jî bi daxuyaniyekê teqîna li Şamê şermezar kir.

Partiyê eşkere kirin ku ew li ser teqîna li Şamê xemgîn in û wiha lê zêde kir:

"Em teqez dikin ku teror bi hemû şêwe û wêneyên xwe binpêkirina mafê jiyanê, nirxên mirovahiyê û serdestiya qanûnê ye ku bi ti behaneyan nayê rewakirin û qebûlkirin."

Partiya Yekîtiya Suryan banga xurtkirina tedbîrên parastina sivîlan û silametiya wan dikin. 

Li Şamê çekdarên nenas êrîşî bendeke kontrolê ya Hêzên Ewlehiyê kirin

Hîn 24 seat di ser teqîna li Şamê re derbas nebû, êrîşeke din pêk hat.

Li heman bajarî çekdarên nenas êrîşî Hêzên Ewlehiya Giştî a Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê kirin.

Di seatên sibehê de, çekdaran êrîşî benda kontrolê ya li Keşkûl a herêma Diwêla kirin.

Hat ragihandin ku di êrîşê de hejmarek endamên hêzên ewlehiyê birîndar bûn.

Heta niha ti hêzî van ev herdu êrîş li xwe negirtine.

Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê jî êrîşkar eşkere nekiriye.

Li Dêra Zorê ala çeteyên DAIŞ'ê hat hildan

Li gel van teqînan li bajarokê Zebarî yê gundewarên rojhilatê Dêra Zorê ala çeteyên DAIŞ'ê hat hildan.

Li gorî çavkaniyên xwecihî, duh êvarî jî li gelek deveran nivîsên ku pesnê çeteyên DAIŞ'ê didin, hatin nivîsandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye