Munîr Hedad: Li Îraqê ji 2003'yan ve zêdeyî 2 trilyon dolarî hatine dizîn

Şêwirmendê yasayî yê Serokwezîrê Îraqê Munîr Hedad ragihand ku zêdeyî 2 trilyon dolarî ji samana gel, piştî sala 2003’yan hatiye talankirin. Munîr Hedad eşkere kir ku darizandina berpirsên gendel, eynî weke darizandina serokên rêjîma berê, dê bi awayekî eşkere û zindî ji bo raya giştî bên weşandin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şêwirmendê Yasayî yê Serokwezîrê Îraqê dadwer Munîr Hedad, li ser gendeliya li welêt û operasyon û hewldanên hikûmeta Îraqê yên ji bo girtina gendelan, ji medyaya Îraqî re axivî.

Dadwer Munîr Hedad da zanîn ku zêdeyî 2 trilyon dolarî ji samana gel piştî sala 2003’yan li Îraqê hatine talankirin.

Munîr Hedad got ku tawanbarên sereke li tawanên xwe mikur hatine ku di eşkerekirina torên din ên gendeliyê de bûne alîkar û wiha domand:

"Hinek ji tawanbaran hewl dane birevin derveyî welat an Herêma Kurdistanê,

 lê hêzên ewlehiyê yên herêmê heta niha 8 tawanbar radestî Bexdayê kirine.

Lîsteya tawanbaran berpirsên bilind, parlamenterên niha û yên berê digire nav xwe.

Hin berpirs hene ku xwediyê zêdeyî 50 erdî ne û wan li ser navên xwe û malbatên xwe tomar kirine."

 

"Çawa karmend an endezyarekî asayî bêyî  dîploma dikare kar bike"

 

Di berdewamiya axaftina xwe de, dadwer Munîr Hedad bal kişand ser şêwazê gendeliyê yê di qadên cuda de û got:

"Yasayên Îraqê lêpirsînê bi wan kesan re jî dike ku kesên gendel di postên hestyar de erkdar kirine.

Cihê balkêşiyê ye ku çawa karmend an endezyarekî asayî, bêyî dîploma, kirine rêveberê wezaretekê.

Toreke mezin a gendeliyê di sektora elektrîka Besrayê de hatiye hilweşandin û zêdeyî 28 kesan hatine binçavkirin.

Ev pêngava bi xeta sor û bê cudahî, parêzgehên Nasiriye, Emare û hemû navçeyên din jî digire nav xwe."

Herî dawî Dadwer Munîr bal kişand ser darizandina vekirî û got:

"Serokwezîr rûbirûyî fişarên aliyên siyasî bûye, lê wî hemû fişar red kirine.

Her wiha piştgiriyeke navdewletî ya bihêz jî ji bo rûbirûbûna gendeliya li Îraqê heye.

Hemû pere û erdên ku hatine dizîn, li xezîneya giştî tên vegerandina û dosya digihîje qonaxa darizandina eşkere.

Rûniştinên dadgehê dê bi zindî ji bo raya giştî bên weşandin, mîna darizandina serokên rêjîma berê."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye