Ev koma 12 a Iraqiyan e ku ji destpêka salê ve ji kampê tên derxistin û ber bi warên wan ve tên şandin.
Lê ji destpêka derxistina malbatên Iraqê ji kampê ber bi welatên wan ve koma 29ˊan tê şandin.
Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Herêma Bakur û Rojhilatê Sûriyeyê ji sala 2021ˊê ve, bi hemahengiya Hikumeta Iraqê û Koalîsyona Navneteweyî ya Têkoşîna Dijî DAIŞˊê penaberên Iraqî yên li kampa Holê yên dixwazin vegerin warên xwe, dişîne.
Li kampa Holê, bi deh hezaran jin û zarokên çeteyên DAIŞˊê ji hemwelatîiyên erebî û biyanî hene.