Supayê Pasdarên Îranê di daxuyaniyekê de ragihand ku, cîgirê serokê îstîxbarata deryayî ya Supayê Pasdaran Behnam Rizayî, li gel fermandarê hêzên deryayî yên Supayê Pasdaran Elî Riza Tengsîrî, hat kuştin.
Berê, artêşa Îsraîlê ragihandibû ku fermandarê hêzên deryayî yên Supayê Pasdarên Îranê Elî Riza Tengesîrî û Behnam Rizayî di êrîşên 27'ê Nîsanê yên li ser Bender Ebasê de, hatine kuştin.
Li gorî ku hatiye ragihandin, Behnam Rizayî berpirsiyarê komkirina agahiyan li ser welatên herêmê û hevrêzkirina bi ajansên îstîxbaratê re bû.