Bi boneya 77’emîn a Rojbûna Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, gelê Kurd li her derê pîrozbahiyan li dar dixe.
Navenda pîrozbahiyên îsal dê li gundê Amara yê navçeya Xelfetiyê ya Rihayê be.
Festîvala ku starta wê li Curnê Reş hate dayîn, wê bi meşa ji gundê Eraxê ber bi Amarayê ve bidomîne.
Wê li Amarayê ji bo Abdullah Ocalan paste bê birîn û piştre çalakî bên lidarxistin.
Parlamenterê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê û biraziyê Abdullah Ocalan Omer Ocalan qala amadekariyan kirin û her kes vexwendin Amarayê.
Omer Ocalan anî ziman ku amadekariyên wan bi dawî bûne û wê şahiya ku îro li Xelfetiyê bi festîvalê dest pê kir, heta sibehê bidome û ev tişt got:
“Em li benda gelê xwe ne. Em ji Bakurê Kurdistanê û ji metropolên Tirkiyê, her kesî vedixwînin ku werin mala ku Rêbertî lê ji dayik bûye, bibînin.
Em Rojhilata Navîn dişopînin, dibînin ku li her derê şer û alozî heye. Bila rojbûn bibe wesîleya yekîtiya Kurdan."
Her wiha Omer Ocalan ev tişt anîn ziman:
"Ji ber vê rojbûna Serok ji bo me Kurdan pir girîng e.
Serok Apo Kurd bi cîhanê daye nasîn.
Bi fikir û felsefeyeke xurt Kurd êdî bi rêxistinkirî ne û doza mafê xwe dikin.
Kurd, li Kurdistanê azadî û wekheviyê dixwazin.
Plan û bername hatine amadekirin. Ev der ji bo me Kurdan warekî dîrokî ye. Em li Amara li benda hemû gelê xwe ne."
Omer Ocalan da zanîn ku bila 4’ê Nîsanê bibe wesîleya azadiya fîzîkî ya Abdullah Ocalan û wiha bi dawî kir:
"Serok Apo, ev 27 sal in di zindana Îmraliyê de ye.
Hinek têkildarî mijara, wê cihê Serok çawa be ?, li Girava Îmraliyê xanî hatiye çêkirin ?’ nîqaş dikin.
Êdî gelê Kurd dixwaze Serok Apo di nava gelê xwe de be, dixwaze ew bi xwe fikir û felsefeya xwe ji gel re vebêje.
Ji bo cihê pêşerojê yê Serok Apo nîqaş tên kirin.
Gel azadiya fîzîkî ya Serok Apo dixwaze."