Hevserokê KNK`ê balkişand ser pêvajoya ku li Bakurê Kurdistanê hatiye destpêkirin û got: "Çareseriya Bakur, çerseriya hemû Kurdistanê ye".
Hevserokê KNK`ê ragihand ku perçebûna ji ber peymana Lozanê hîn didome û ew dibe asteng li pêşiya çareseriyê.
Ahmed Karamûs got ku nexşeya rojhilata navîn li ber guhertinê ye loma ev dem ji hemî deman zêdetir gereke Kurd di nava guftigoyan de bin.
Di dawî de Karamûs ji bo yekîtiyê ev bang kir:
"Em bang li hemû partî, rêxistin û hêzên Kurdistanî û hemû gelê Kurdistanê dikin, werin em bi hev re di Konferanseke Neteweyî de kom bibin û stratejiyeke hevbeş pêk bînin."