Eşîrên herêmê bi armanca xurtkirina hevgirtina civakî û xurtkirina nirxên jiyana hevbeş di navbera pêkhateyên cuda yên bakur û rojhilatê Sûriyeyê de ye forumek li dar xistin.
Ev forum ji aliyê PYD, bi hevkariya Nivîsgeha Têkiliyan a QSD, li hola partiyê ya li bajarê Tirbespiyê hat li darxistin.
Di forûmê de ji eşîra Del Memka ya Kurd, Nûr El Dîn Şakir li ser têkiliyên civakî û çandî yên di navbera Kurd, Ereb û Suryanyan de axivî û tekez kir ku ev bingehek xurt ji bo rûbirûbûna pirsgirêkan, peyda dike.
Şakir wiha got: “Şoreşa 19`ê Tîrmehê gaveke guhertinê ya girîng e ji ber ku QSD’ê û Rêveberiya Xweser a Demokratîk têkoşîn li dijî terorê kirin û parastina axa Sûriyeyê kirine.”
Daxuyaniya li ser navê rûspiyên eşîr û qebîleyên Kurd di dawiyê de hat dayîn û ji aliyê Şêx Ala Edîn Ehmed, Şêxê eşîra Heyalî Asyad ve hate xwendin û tê de wiha hate gotin:
"Em, şêx û rûspiyên eşîr û qebîleyên herêma Tirbespiyê, helwesta xwe ya xurt di piştgiriya QSD`ê de ji nû ve tekez dikin.
Em wan wekî hêza neteweyî ya parastina aştiya navxweyî û garantorê ewlehî û aramiya li seranserî Sûriyeyê dibînin.
Em piştgiriya xelkê xwe yê li parêzgeha Siwêdayê, durziyan dikin . Em helwesta wan a mirovî pîroz dikin ku hewl didin ax û rûmeta xwe biparêzin.
Divê li Sûriyeyî nirxên biratiyê, hezkirinê û jihevfêmkirinê, belav bibe. Cureyên fitneyê, şerê navxweyî bê red kirin.
Komkujiyên li dijî birayên me ên Elewî li peravê, şermezar dikin. Em careke dikin soz didin ku ji bo parastina yekitiya Sûriyeyê bi hev re kar bikin .
Ji bo avakirina siberojeke aştiyane, adil û geş, dewleteke demokratîk a nenavendî û pirreng a ku mafên pêkhateyan, mezheban û kêmneteweyan diparêze, hevkariya bi QSD`ê re bidomînin.”