Li Kalîforniyayê ji depoyekê rijandina kîmyewî çêbû

Li Kalîforniyayê, ji ber rijandina kîmyewî ji depoyekê, ji nêzîkî 40 hezar kes hatiye xwestin ku malên xwe biterikînin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji depoyeke li herêma Orange (Oranj), li başûrê Los Angelesê, 26 hezar lître metîl metakrîlat rijiya.

Her wiha ji nêzîkî 40 hezar kes hatiye xwestin ku malên xwe biterikînin.

Rayedaran diyar kirin ku rijandina kîmyewî xetereya teqînê û berdana gazên jehrîn çêdike.

Ev şileya pir şewatbar di pîşesaziya plastîk de tê bikaranîn.

Karbidestên agirkujiyê Craig Covey ( Kraij Kovey) got ku rijandin dikare bibe sedema gemarîbûna kîmyewî ya berfireh an teqînekê.

Craig Covey (Kraij Kovey)wiha got: "Em van valakirinan pêk tînin ji bo tedbîra eger tank bişkê yan biteqe."

Serokê Polîsan Garden Grove(Garden Grov) Amir El Farra diyar kir ku hin kesan red kirine ku ji malên xwe derkevin.

Rayedaran destnîşan kirin ku heta niha mirin an birîndarî çênebûne. 

Sedema rijandinê hîn nehatiye ragihandin.

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye