Lêkolînên Jeolojîk ên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (USGS) ragihand ku ew rewşa li Çiyayê volkanî ya Kilauea piştî erdhejê dinirxîne.
Kilauea, yek ji volkanên herî çalak ên cîhanê tê hesibandin, li Girava Mezin a Hawaiî ye.
Saziya Lêkolînên Jeolojîk a Amerîkayê ragihand ku erdhejek bi kûrahiya nêzîkî 23 kîlometreyan li giravên Hawaii, Maui, û Oahu hatiye hîskirin.
Saziyê da zanîn ku ti qurbanî yan zirar tune ne.
Navenda Hişyariya Tsunamiyê ya Pasîfîkê diyar kir ku piştî erdhejê ti tsunamiyek nayê hêvîkirin.