Lezgin

Tirkiye û Bakurê Kurdistanê dişewite

Şewatên ku li navçeyên Menderes û Seferîhîsarê yên Îzmîrê dest pê kirî di roja 2yan de didomin. Şewata Antalya, Mersîn û Osmaniyeyê hate kontrolkirin û şewata li herêma navçeya Omerya ya Merdînê jî hate vemirandin.

reset font size increase font size

Şewatên ku li bajarên Tirkiye û Bakurê Kurdistanê derketibûn li hinek bajaran hatiye kontrol kirin li hinek deveran jî didome.

Antalya, Mêrsîn û Osmaniye

Di şewatên Antalya, Mêrsîn û Osmaniyeyê de baxçeyên darzeytûn, fêkiyan û daristanê zirar dîtin. Bi mudaxeleya komên agirkujê ve şewat li hinek deveran hate kontrolkirin, li hinek cihan jî xebatên tefandinê didomin.

Îzmîr

Ji duh ve li Taxa Kuyucak a navçeya Menderes a Îzmîrê û Taxa Doganbey a navçeya Seferîhîsarê şewata ku derketiye didome. Xebatên ji bo vemirandina şewatê jî berdewam dikin.

Mêrdîn

Duh li gundên Sitîlîlê û Habîsê yên li Herêma Omeryayê ya navçeya Nisêbîn a Mêrdînê şewat dest pê kiribû û şewat hate vemirandin.  Di encama xebatan de şewat di saetên nîvşevê de hate vemirandin. Zirar û ziyaneke mezin gihîştiye erd û zeviyên herêmên navborî. 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24