Li gûndewarê navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê şewat derket

Li sînorê navçeya Şarbajêr a Silêmaniyê şewat derket û hezar donim puş û dar şewitîn.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Polîsên Daristan û Jîngehê ya Silêmaniyê ragihand ku agirek berfireh li sînorê navçeya Şarbajêr derket û di encamê de hezar donim puş û darên xwezayî şewitîn.

Rêveberiyê bi daxuyaniyekê ragihand ku li sînorê gundên Bêwirê, Sêwing, Kanî Şiwan, Pîrêsk û Nurebab yên li sînorê navçeya Şarbajêr a ser bi parêzgeha Silêmaniyê ve ye agirek berfireh derketiye.

Her wiha hat ragihandin ku sedema derketina şewatê nehate zanîn û lêkolîn li ser buyerê hatiye destpêkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye