Li Tirkiyayê, bi taybetî li herêmên Şirnex û Amedê, talankirina xwezayê bi awayekî sîstematîk berdewam dike.
Komeleya Ekolojî yê Şirnaxê li dijî talankirin û birîna daran li daristanên Şirnaxê dest bi xebatan kiriye.
Her wiha Komelaya Ekolojiyê ji bo komkirina îmzayan standekê jî dê li Qada Omer Kabak a navenda Şirnexê veke ji bo vê jî serî li Walitiyê Şirnexê da.
Di derbarê vê standê de Komeleya Ekolojiyê da xuyakirin ku daristanên Şirnaxê her ku diçin kêm dibin. Cihên ku daristan kêm dibin jî cihên herî bi daristan û ji aliyê xwezayê ve cihên dewlemend weke Cûdî, Gabar, Besta, navçeyên Qileban û Elkê ne.
Ev kêmbûna daristanan ji ber xebatên maden, bendav, birîna daran e.
Talankirina daristanan bandorê li avhewayê û sewalan dike
Ji ber birîna daran germahiya hewaya Şirnexê jî zêde bû ye û baran jî kêm bû ye û di heman demê de bandorê li sewalan jî dike.
Komeleya Ekolojiyê diyar kir ku birîna daran li dijî destûra bingehîn e û mafê hemû welatiyan heye ku li dijî vê talanê derkevin.
Di heman demê de Komeleya Ekolojiyê ya Amedê, têkildarî xebatên madenê yên li Zozanên Hesendînê banga rawestandinê kir.
Li Zozanên Hesendînê lêgerêna madenan ne fermî ye
Şîrketa Anonîm a Bazirganiya Derve û Kanzakariyê ya Pasûrê ji bo lêgerîna kanzayan bi awayekî nefermî li Zozanê Hesendînê dest bi lêgerîna kanên madanê dike.
Xelkê Zozanê Hesendînê li dijî madanê dest bi çalakiya nobedê kirin e.
Sebrî Kiliç:" Zozanên Hesendînê ya me ye û dê bimîne ya me"
Hevberdevkê Meclisa Ekolojiyê ya Amedê Sebrî Kiliç di derbarê vê xebatê de daxuyaniyek da.
Sebrî Kiliç di daxuyaniyê de destnîşan kir ku ji sala 2008’an ve gelê Pasûrê li dijî madanê axa xwe diparêze û wiha axivî:
“Di salên 90’î de di encama politîkayên şer de gundên me hatin şewitandin û xelkên gundan koçberî bajaran bûn. Îro dîsa desthilatdar bi destê sermayeyê û madenê gund, xweza û jiyana me talan dike û dîsa dixwaze gelê me koçber bike.”
Sebrî Kiliç anî ziman ku ev maden çêbibe dê goristan û ziyaretên li herêmê jî werin rûxandin û got:
“Em li vir bang dikin ku destê xwe ji axa me vekişînin. Em li dijî sermayeya kapîtalîst têkoşîna jiyanek azad dikin. Zozanê Hesendînê ya me ye û dê bimîne ya me.”