Ji destpêka şerê Sûriyê heta roja îro sûcên tinekirin û kuştinê berdewam dike.
Navenda Mafên Mirovan ragihand ku li Sûriyê, di 24 saetên dawî de 36 kes hatine kuştin.
Ji destpêka 2025an de, 878 kes hatine tinekirin û tesfiyekirin
Di heman demê de, SOHR diyar kir ku ji destpêka 2025an ve, di nav de 30 jin û 16 zarok 878 kes hatine tinekirin û tesfiyekirin.
Ev hejmar tenê kesên ku di bin hinceta pirsgirêkên kesayetî û mezhebî de hatine kuştin, ji bilî kesên di komkujiya Durzî û Elewiyan de hatine tinekirin.
Li gel van kuştinên rojan e û mehan e, sûcên weke gorên komî ku li hemberî gelên herêmê hatiye kirin derket holê.
Li Sûriyeyê 34 gorên komî ku di tê de 2776 cenaze hatin belgekirin
Navenda Mafên Mirovan eşkere kir ku ji destpêka hilweşandina Rêjîma Baas û heya niha, 34 gorên komî ku tê de 2776 term, ji aliya SOHR ve hatine belgekirin.
Li gor heman çavkaniyê deverên ku gorên komî lê dîtine wiha ne:
“6 li Dêre Zor, 5 li Dera, 5 li Gundewarê Şamê, 9 li Humis, 4 li Hemayê, 2 li Idlibê, 2 li Şamê û 1 li Helebê hatiye dîtin.
Ev 13 deh sal in li Sûriyeyê, şer û pevçûn diqewime, gelek kesan zarok, bav, dayîk, xweşik û birayên xwe winda kirin û her tim di nav lêgerînê de bûn û bi hêviya agahiyek ji wan bûn.