Semîh Yalçin: Ger şert û merc guncaw bin, Parlamentoya Tirkiyê wê gavan bavêje

Semîh Yalçın ê MHPê li ser Pêvajoyê Daxuyaniyek da û ragihand ku dema şert û merc guncaw bin, Parlamentoya Tirkiyê wê gavan bavêje.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Cîgirê Serokê Partiya Tevgera Netewperest (MHP)ê Semih Yalçın di derbarê pêvajoya aştî û civaka demokratîk de daxuyaniyeke nivîskî da.

Di daxuyaniyê de, hate destnîşankirin ku pêvajoyê ji beşên berfireh ên civakê piştgirî wergirtiye, û wiha hate gotin:

"Bi înîsiyatîfa 'Tirkiyeya Bê Teror', pêşdarazî hatine şikandin, tabû hatine şikandin û sloganên klîşe hatine guhertin.

Însiyatîfa ku ji hêla serokê MHP Devlet Bahçeli ve hatiye pêşkêşkirin û ji hêla Serokomar Recep Tayyip Erdoğan ve hatiye pejirandin, bûye polîtîkayek dewletê."

Di daxuyaniyê de, hate diyarkirin ku pêvajo bi hemû beşên civakê ve girêdayî ye û wiha daxuyanî bi dawî bû:

"Tirkiyeke Bê Teror bi her kesî û her beşê civakê ve girêdayî ye. Ji ber vê yekê, ev karwan dê pêş bikeve.

Dema ku şert û merc guncaw bin, Meclîsa Neteweyî ya Mezin jî dê destwerdanê bike û amadekariyên pêwîst dê werin kirin."

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye