Perwîn Buldan: Min li zindanê serdana Demîrtaş kir

Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, ragihand ku wê serdana Selahattîn Demîrtaş kiriye û got: "Wî silav û hezkirina xwe ji her kesî re şandiye."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Endama Şandeya Îmraliyê ya Partiya Demokrasî û Wekheviyê ya Gelan (DEM Partî) Pervîn Buldan, ragihand ku wê serdana hevserokê berê yê HDPê Selahattin Demîrtaş ku li Zindana Girtî ya Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Edirneyê dimîne kiriye.

Pervîn Buldan li ser hesabê xwe yê medya dijîtalê çûyîna xwe ragihand û got:

"Min serdana Selahattîn Demîrtaşê ezîz li zindana Edirneyê kir. Wî silav û hezkirina xwe ji her kesî re şand."

Hêjayê bibîrxistinyê ku di 22ê nîsanê de nûnerên Partiya DEM, TÎP, EMEP, EHP û TOP  serdana Demîrtaş kirin.

Piştî serdanê, Hevserokê Partiya DEM’ê Tuncer Bakırhan daxuyaniyek da û bal kişand ser pêvajoya çareserkirina pirsgirêka Kurd û ev peyam da:

"Em dixwazin careke din dubare bikin ku divê biryarên Dadgeha Destûrî û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê werin bicihanîn.

Em li ku ne? Em li ber Girtîgeha Edirneyê ne, ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) gelek caran biryarên binpêkirinê daye.

Kî li vir e? Demîrtaş li vir e, Hevserok Figen Yüksekdağ li vir e, û girtiyên Kobanê yên ku di heman dozê de têne darizandin li vir in.

Ger ew kesên ku welêt birêve dibin bi rastî di vê mijarê de samîmî bin, divê ew biryarên Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME) û Dadgeha Destûrî, ku gava yekem a li ser rêça aştiyê ne, di zûtirîn dem de bi cih bînin.

Bêyî Figen aştî ne mimkun e. Bêyî Selahattîn aştî ne mimkun e. Bêyî hevalên me yên ku Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê û Dadgeha Destûrî ferman dane ku werin berdan, aştî ne mimkun e."

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye