Xalên hevpeymana YNK û Nifşê Nû hatin eşkerekirin

Xalên sereke yên hevpeymaniya di navbera Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê û Nifşê nû de hatin eşkerekirin. Li hember wê jî, nerînên du alî derketine pêş, ew jî hem pîrozkirin hem jî rikeberî ne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Baûrê Kurdistanê avakirina parlemento û hikûmeta nû rojeveke sereke ye.

Yek jî lihevkirina siyasî ye ku li Başûrê Kurdistanê di navbera YNK û Nifşê Nû de pêş ketiye û wê bandorê li avakirina hikûmeta nû û parlamentoyê bike.

Ev lihevkirin bi navê ‘Hevpeymaniya Hevsengî û Vejînê’ di navbera aliyên navborî de bi rêwresmekê ji aliyê Bafil Talebanî û Şaswar Ebdulwahid ve hat îmzekirin.

Ew hevpeymanî ji 6 bendan pêk tê û di nav de jî gelek xal hatine rêzkirin.

Hin xalên lihevkirina siyasî ya YNK'ê û Nifşê Nû wiha ne:

Xalên tifaqa ynkalên tifaqa YNK û Nifşê Nû

"Di hemû karan de hevsengiya siyasî bingeh tê girtin.

Hevkariya li ser asta parlamentoya Îraqê.

Hevkarî li ser asta parlamentoya Başûrê Kurdistanê.

Ji bo kabîneya dehan hevpeymanî wê bi hev re kar bike.

Avakirina desteyeke hevpar ji bo çavdêrîkirina karên ku tên kirin.

Lihevkirina li ser amadekirina projeyasayan û erêkirina wan"

Heymen Hewramî: Çavkaniya rewa ya guhertina desthilatdariyê dengê gel e

Endamê buroya siyasî ya Patiya Demokrata Kurdistan PDK'ê Heymen Hewramî bi postekê li ser hesabê xwe yê X'ê got:

"Tenê çavkaniya rewa ya guhertina desthilatdariyê dengên gelê me di hilbijartinên azad, dadperwer û demokratîk de ye.

Tenê di mijdara borî de, me wekî PDK li Herêma Kurdistanê zêdeyî 400,000 dengî bi dest xistin.

Heke ew difikirin ku desthilatdarî diguhere, çima ew newêrin di rojên pêş de bi me re werinku parlamentoyê ji nû ve çalak bikin?

Heke herdu jî difikirin ku kursiyên wan ji yên PDK'ê wekhev an jî zêdetir in, çima ew bi rastî dernakevin pêş ku parlamentoyê ji nû ve çalak bikin?"

PYD'ê hevpeymaniya "Hevsengî û Vejînê" pîroz kir

Partiya Yekîtiya Demokratîk PYD'ê jî bi peyamekê hevpeymaniya "Hevsengî û Vejînê" pîroz kir û ev peyam da:

"Em hêvî dikin ku ev hevpeyman bibe gaveke girîng ber bi avakirina çandeke diyalog, lihevkirin û hevkariya neteweyî ve.

Partiya me vê hevpeymanê wekî destpêşxeriyeke erênî dibîne ku vîneke siyasî ya berpirsyar nîşan dide.

Ew piştrast dike ku diyalog û têgihîştina di navbera hêzên Kurdî de rêya herî baş a li dijî rûbirûbûna pirsgirêkên heyî ye.

Ew jî ji bo xurtkirina aramiyê, parastina destkeftiyên neteweyî û xizmetkirina berjewendiyên bilind ên gelê me yê Kurd e."

Çavdêr dibînin ku di nava hevpeymanî û nerazîbûna ji encamên hilbijartinan de destkeftiyan Kurdan di metirsiyê de ne.

Her wiha tekez dikin ku avanekirina hikûmetekê dê keda Kurdan a hezarên salan têk bibe û derfeta zêrîn jî ji dest dibe.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye