Di nav şevên tarî yên giran de, ji bo xwendinê dengê zarokekê wek ronahiyekê hêvî dide derket.
Dibistanên kampa Girê Spî 5 salin di nav astengê de ne
Dibistana kampa koçberan a Girê Spî ku ji sala 2019 an ve nehatiye vekirin, niha jî ji dema ku hatiye vekirin ve nehatiye sererastkirin ji aliyê din ve jî amûrên perwerdeyê weke kursî, mase, depê nivîsê hîn jî pir kêm in.
Berdevka dibistana navîn a kampa Girê Spî Kamil Osman diyar kir ku ev 5 sal in dibistan li kampê nehatiye sererastkirin, her wiha piraniya xizmetên dibistanê tune ne.
Kamil Osman anî ziman ku ji ber xwendin di kampan de bû, wan nikarîbû xizmetê bi temamî bidin, ji ber vê jî, sîstema 2 danan nedihat meşandin.
Kamil Osman: Di nav zehmetiyê de perwerdeya zarokan didome"
Kamil Osman destnîşan kir ku pêdiviyên dibistanî kêm in heya niha tevî kêmbûnê pêdiviyên dibistanê bi wan re parvekirin, lê alîkariyê rêxistinên mirovî tune ne.
Osman got ku tevî hemû zehmetiyan jî perwerde didome û wiha berdewam kir: "Ji ber dagirkeriya Tirkiyê, em neçar dimînin ku li derve jî, perwerdeyê bidomînin."
Şêrîn Ebdî: Derfetên desteya perwerdê kêm in
Hevseroka Desteya Perwerdeyê ya Kantona Firatê Şêrîn Ebdî, diyar kir ku derfetên desteyê perwerdeyê kêm in ku projeya xwe pêkbînin û wiha lê zêde kir: "Ew bi hêvî ne ku rêxistinên têkildar bi wan re bibin alîkar”.
Dewleta Tirk di sala 2019 an de êrîş’ ser Girê Spî û gundewarên wê kir û ew herêm dagir kir.
Di encamê de bi hezaran kes koçber bûn. Li kampa koçberan a Girê Spî nêzî 7 hezar koçber hene.
Derbara vê mijarê de Rêveberiya kampê li gorî derfetên xwe hewl dide ku xizmetan bidomîne, lê rêxistinên mirovî erkên xwe bi cih nînin.