Talîban pêşniyara Trump a vegerandina baregeha hewayî ya Bagramê red kir.
Talîban diyar kir ku ew ji diyaloga siyasî û aborî re amade ne.
Her wiha destnîşan kir ku ew têkiliyên leşkerî pêk nayînin.
Talîban piştrast kir ku di dîrokê de, ti caran Efxanistanê hêzên biyanî qebûl nekirine.
Baregeha hewayî ya Bagramê 50 Km ji Kabulê dûr e û ji sala 2001`ê ve, bibû navendeke herî stratejîk ya Hêzên Amerîka û NATOyê û di sala 2021`ê de, di dema serokatiya Joh Biden de hêzên Amerîkî bi temamî ji wê bareghê vekişiyan û çekdarên Talîbanê ew baregeh kontrol kirin.