Li gorî daxuyaniya Wezareta Berevanî û Rewşa Lezgîn a Îtalyayê îro li bajarê Castel d'Azzano yê bi ser Veronayê teqînek pêk hat.
Ajansa nûçeyan a Îtalyayê ragihand ku bûyer bi destê 3 xwişk û birayekî ku di salên 1960`î de, di karê çandinî û xwedîkirina ajalan de dixebitîn pêk hat.
Berpirsê parêzgeha Veronayê Claudio Papanio got: "Dema ku em ketin hundirê malê ji ber ku biryara valakirinê hebû, em rastî kiryareke xerab hatin. cera gazê hatin şewitandin, piştre teqiya."
Serokê Herêma Venetoyê Luca Zaia li ser Facebookê piştrast kir, her du bira, ku yek ji wan piştî teqînê reviya bû hatin girtin.
Desteya Alîkariya Lezgîn li ser platforma 'X' eşkere kir ku 7 karmendên hawarçûnê jî ji bo kontrola bijîşkî veguhestin nexweşxaneyê.