Neteweyên Yekbûyî di rapora xwe ya herî dawî de ragihand ku tawanên ku li Sûdanê, bi taybetî li bajarê Faşir, hatine kirin, dikarin wekî komkujî bên nirxandin.
Li gorî raporê, delîlên nû nîşan didin ku li bajarê Faşir girtin, êşkence, revandin, windakirina bi zorê û destdirêjiyên sîstematîk a li dijî jin û keçan hatine kirin.
Her wiha, gelek sivîl jî bi awayekî dijwar hatine kuştin.
Mîsyona Neteweyên Yekbûyî hişyarî da ku rewşa li Obeid û herêmên din jî dikare bi heman awayî xirab bibe û bang li civaka navneteweyî kir ku ji bo parastina sivîlan gavên bilez biavêje.
Ji sala 2023’yan ve, şerê navbera artêşa Sûdanê û Hêzên Piştgiriya Bilez bûye sedema kuştina bi 10 hezaran kesan û koçberbûna nêzîkî 13 milyon kesan.
Li gorî Neteweyên Yekbûyî, ev yek ji mezintirîn krîzên mirovî yên cîhanê dibîne.