Trump berdevkeke nû ji bo Qesra Spî erkdar dike

Serokê Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê Donald Trump ragihand ku Katie Zakaria dê bibe berdevka nû ya Qesra Spî.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Katie Zakaria nêzîkî tevgera MAGA ye (Werin em Amerîkayê dîsa mezin bikin).

Katie Zakaria li şûna Caroline Leavitt hat erkdarkirin.

Piştî erkdarkirina Katie Zakaria wê li ser platforma X wiha nivîsand:

"Xizmetkirina Serok Trump û gelê Amerîkî di vê sala girîng de ku salvegera 250`î (serxwebûnê) nîşan dide, rûmeta jiyanê ye."

Katie Zakaria xwedî paşxaneya hiqûqî ye, xwediya bawernameya hiqûqê ji Zanîngeha Pepperdine li Kalîforniyayê ye.

Ew wekî parêzerek pispor di ragihandina stratejîk û analîza siyasî de xebitiye.

Berê jî di Wezareta Ewlekariya Navxweyî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê de xebitiye.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye