Piştî ku Servîsa Ewlekariya Federal (FSB) got ku wî di dema serlêdana vîzeyê de ji bo ketina Rûsyayê, di der barê xwe de agahiyên derew dane.
Akredîtasyona dîplomatekî Brîtanî hat betalkirin û ferman hat dayîn ku di nav du hefteyan de welêt biterikîne.
Wezareta Derve ya Rûsyayê di daxuyaniyekê de got ku, wan gazî berpirsê karûbarên Brîtanyayê li Rûsyayê Danai Dholakia, kiriye.
Daxuyaniyê tekez kir ku Moskow çalakiyên efserên îstîxbarata Brîtanî yên nepenî li Rûsyayê qebûl nake.
Her wiha daxuyaniyê zelal kir ku li ser vê mijarê helwesta wê hişke û wê li gorî berjewendiyên ewlehiya neteweyî ya Rûsiyayê berdewam bike.
Di heman demê de, Rûsyayê hişyarî da ku ger London rewşê aloztir bike, ew ê di cih de bersivê bide.
Medyaya dewleta Rûsyayê wêneyê dîplomatê ku bi hewldana bidestxistina agahiyan hatiye tawanbarkirin, weşand.
Servîsa Ewlekariya Federal (FSB) diyar kir ku ji bo dûrketina ji encamên neyînî, di nav de berpirsiyariya cezayî, ew welatiyên Rûsyayê şîret dikin ku ji hevdîtinên bi dîplomatên Brîtanî re dûr bisekinin.
Ji aliyê xwe ve, Brîtanyayê ev tawan wekî "bêwate" bi nav kir û Rûsyayê bi "kampanyayeke tacîzê ya hevrêz û êrîşkar" tawanbar kirin.