Beqayî: Tehran hîn rasterast bi Washingtonê re danûstandin nekiriye

Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê Îsmaîl Beqayî piştrast kir ku, Tehran hîn rasterast bi Washingtonê re danûstandin nekiriye.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Îsmaîl Beqayî roja duşemê di konferanseke rojnamevaniyê de, da zanîn ku peyamên ku bi rêya navbeynkaran hatine pêşkêşkirin, daxwaza Washingtonê ya ji bo danûstandinan nîşan dide.

 

Her wiha Beqayî di der barê civîna ku li Pakistanê hatiye lidarxistin de, got ku Pakistanê bi xwe ve ew civîn li dar xistibû û Tehran di wê civînê de beşdar nebû û wiha anî ziman:

 

“Başe ku xwesteka welatên herêmê ji bo bidawîanîna şer heye.

 

Lê divê ev welat bizanibin ku kîjan alî dest bi şer kiriye.”

 

Di heman demê de, Berdevkê Wezareta Derve ya Îranê da xuyakirin ku, tevî êrîşên Amerîka û Îsraîlê yên li ser Santrala Nukleerî ya Bûşehrê, hîn jî ev santral çalak e û wiha eşkere kir:

 

"Êrîşên li ser vê santralê delîl in ku Îsraîl û Amerîkayê bi tu awayî pabendî tu rêzik an qanûnê nabin".

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye