Hikmet Hicrî: Bûyerên tîrmeha 2025'an şopên kûr hiştin

Serokê Rûhanî yê Civaka Misilmanên Miwehidîn a Durziyan şêx Hikmet Selman Hicrî êrîşên li ser Sweydayê weke "Temûza Reş" pênase kir û li dijî êrîşan banga xurtkirina yekîtiya civakê kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Şêx Hikmet Hicrî, bi boneya bibîranîna bûyerên tîrmeha 2025'an, ku wekî "Temûza Reş" tê binavkirin, daxuyaniyek da û tê de ragihand ku ev bûyer bûn komkujî û hewldana qirkirina civaka Durzî.

Hikmet Hicrî got ku gelê herêmê karî van bûyeran derbas bike û yekîtiya xwe biparêze.

Hicrî, aliyên êrîşkar weke "komên terorîst" tawanbar kirin û got ku gel hê jî rûbirûyî hewldanên koçberkirin û qirkirinê ye.

Hicrî banga parastina yekîtiya civakê, hesabxwestina sûcên kesane, têkoşîna li dijî gendeliyê û avakirina saziyên herêmî kir.

Di dawiyê de, Şêx Hikmet Hicrî spasiya Îsraîlê kir ku alîkariya parastina gelê herêmê kir û pêşî li qirkirinê girt.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye