Duh Roja Serxwebûnê ya Bahamayan bû.
Serokwezîrê Bahamayan Philip Davis di civîneke çapemeniyê de der barê bûyerê de axivî û wiha got:
"Cihê ku divê bibûya rojeke pîrozbahiyê, veguheriye rojeke şînê."
Rayedaran hîn neteweya qurbaniyan eşkere nekiriye.Di heman demê de lêpirsîn ji bo diyarkirina şert û mercên bûyerê berdewam dike.
Bûyer li beşa bakurê Komgirava Androsê qewimî ku mezintirîn koma giravên li Bahamayan e û li Okyanûsa Atlantîkê li bakurê Kubayê ye.