Rûsyayê bi mûşekên balîstîk Kîev bombebaran kir

Ûkrayna û Rûsiya di nava berdewamiya şer de, êrîş li dijî hev pêk anîn. Hêzên Rûsyayê bi mûşekên balîstîk paytexta Ûkraynayê Kîev bombebaran kir û di encamê de ziyanên canî û madî derketin. Her wiha keştiyeke balhilgir ya Rûsyayê jî li Deryaya Azovê rastî erîşê hat.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ûkrayna û Rûsya êrîşên xwe li dijî hev bê navber berdewam dikin.

Piştî êrîşên berfireh yên Ûkraynayê, Rûsyayê bi mûşekên balîstîk paytexta Ûkraynayê Kîev bombebaran kir.

Serokê rêveberiya leşkerî ya paytexta Ûkraynayê, Kîev, Timur Tkachenko, bi rêya Telegramê ragihand ku ji ber êrîşa mûşekî ya Rûsyayê ya li ser bajêr, herî kêm 5 teqîn hatin bihîstin û dengê sîrenan li bajêr bilind bû.

Rayedarên Ûkraynî jî gotin ku di encama vê erîşê de, herî kêm 10 kes birîndar bûn.

RÛSYA: ME LI DIJÎ DEZGEHÊN LEŞKERÎ YÊN ÛKRAYNAYÊ ÊRÎŞEK PÊK ANÎ

Ji aliyê xwe ve jî, Wezareta Parestinê ya Rûsyayê eşkere kir ku hêzên wê bi pilan êrîşek li dijî dezgehên kompleksên leşkerî-pîşesaziyê li Kîevê, her wiha li dijî dezgehên binesaziya bendergehê li herêma Odessayê pêk anîn.

Der barê êrîşên li ser wê de jî, rayedarên Rûsî dan xuyakirin ku li Deryaya Azovê keştiyeke barhilgir bi dronekê hat armanckirin û di encamê de kesek hat kuştin.

LAVROV: ÛKRAYNA HEWL DIDE JI DOSTÊN ME RE PIRSGIRÊKAN DERXE

Di nava êrîşên herdu aliyan de, Wezîrê Derve yê Rûsyayê Sergey Lavrov di civîneke çapemeniyê de Ûkrayna bi dijminatiya dostên xwe tawanbar kir û wiha da zanîn:

“Rejîma Kîevê hewl dide ku bi destwerdana di pevçûnan de û dijberiya hikûmetên rewa, bi taybetî hikûmeta Komara Kongoya Demokratîk, ji bo welatên dost ên Rûsyayê pirsgirêkan derxe."

SENATORÊN AMERÎKÎ BI TRUMP RE JI BO DORPÊÇÊN LI SER RÛSYAYÊ LI HEV KIRIN

Di mijareke din de jî, senatorên Amerîkî bi Trump re li ser pêşnûmeqanûna sepandina dorpêçan li ser Rûsyayê li hev kirin.

Reutersê belav kir ku 4 senatorên Amerîkî diyar kirine ku wan bi Donald Trump re li hev kirine ku bi qanûnên nûkirî yên der barê dorpêçên li ser Rûsyayê de pêşve biçin.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye