Ji çiyayên Kurdistanê peyam bo Kombûna Jinan a Navneteweyî hat şandin

Kombûna Jinan a Navneteweyî ya 39'emîn, bi beşdariya bi hezaran jinên ji 4 aliyên Abya Yalayê li bajarê Cordoba yê Arjantînê dest pê kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ev kombûn dê 3 rojan dewam bike.

Di despêka kombûnê de, peyameke bi dîmen a ji çiyayên Kurdistanê hat nîşandan.

Zîlan Vejîn bi navê KJAR û Tevgera Jinên Kurdistanê peyam da, Kombûna Jinan a Navneteweyî ya 39'emîn silav kir û amaje bi girîngiya têkoşîna hevpar kir.

Zîlan Vejîn diyar kir ku felsefeya Abdullah Ocalan ji bo gel û jinên cîhanê bersivek e.

Peyama bi dîmen ji aliyê beşdaran ve bi coş hat pêşwazîkirin û dirûşma "Jin, Jiyan, Azadî" hat berzkirin.

Di destpêka kombûna 3 rojan de, merasîmek li gorî kevneşopiyên gelên xwecihî yên Abya Yalayê hat lidarxistin.

Di nava 3 rojên kombûnê de, dê karên atolyeyê, xwepêşandan, pêşandana fîlman û çalakiyên cihêreng werin lidarxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye