Konferans li ser pirsgirêka Kurd û pêvajoya li Tirkiyê û Bakurê Kurdistanê tê lidarxistin.
Konferans ji aliyê Komîsyona Welatiyan a Yekîtiya Ewropa û Tirkiyê ve wê were organîzekirin.
Têde nûnerên siyasî, parlementer û parêzvanên mafên mirovan beşdar bibin.
Her wiha koma Çep, Koma Kesk û Tifaqa Azad a Ewropayê, Tifaqa Pêşverû ya Demokrat û Sosyalîstan a Parlamentoya Ewropayê jî di amadekirina konferansê de cih digirin.
Di konferansê de çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, pêvajoya li Tirkiyê, pêşeroja Rojhilata Navîn û rola jinan di avakirina aştiyê de wê bên nîqaşkirin.
Konferans wê bi pêşengiya Xelatgira Aştiyê ya Nobelê Şêrîn Ebadî, çalakvan Bianca Jagger û siyasetmedara Kurd Leyla Zana bê lidarxistin.