Dozgeriya Neteweyî ya Fransayê ji bo girtina Beşar El Esed daxwazname, bi tawana pêkanîna êrişên kîmyewî yên li Sûriyeyê yên di sala 2013`an de hat pêşkêşkirin.
Di Mijdara sala 2023`yan de, 2 dadgerên lêkolînê yên pispor li Parîsê daxwaza girtina Esed, bi tawana kiryarên li dijî mirovahiyê û tawanên şer, bi taybet têkiliya wî ya bi êrişên kîmyewî yên di sala 2013`an de hatine kirin.
Ev êriş di 4 û 5`ê Tebaxê de li Adra û Dûmayê û di 21’ê Tebaxê de li Xûtaya Rojhilat pêk hatin.
Li gorî raporên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê, zêdetirî hezar û 400 kes bi gaza sarîn hatine kuştin.