Lezgin

Koreya Başûr serokê xwe yê nû hilbijart

reset font size increase font size

Koreya Başûr encama hilbijartinên awarte ya ku duh hatibû lidarxistin eşkere kir. Di hilbijartina serokkomariyê de, Lî Cayî-Miyong ê partiya Demokrat a Lîberal bi ser ket û bû serokê Koreya Başûr.

Serokê nû yê Koreya Başûr soz da wê diyaloga têkiliyên xwe bi cîranên xwe yên nukleer re xurt bike. Lî di axaftina xwe ya yekem de got: “Her çi bibe bila bibe, aştî ji şer çêtir e.” Soz da wê pêşî li arîşeyên nukleerî û leşkerî yên Koreya Bakur bigire û wê têkiliyên xwe bi Koreya Bakur re pêş bixe. 

Miyong eşkere kir ku hikûmeta wî dê her êrişên muhtemel ji Koreya Bakur were de di çarçoveya bingeha hevpeymaniya leşkerî ya bihêz di navbera Koreya Başûr û Emerîkayê de wê bersiv bide. Miyong di heman demê de piştrast kir ku dê deriyê diyalogê ji Koreya Bakur re vekirî bihêle da ku aştî li ser Nîvgirava Koreyê pêk were. 

Serokê nû Lî diyar kir ku wê di navbera Koreya Bakur, Waşîngton û Tokyo de têkiliyeke sê alî ava bike.

Malva Misto 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24