Rojnameya Serxwebûn ragihand ku bi biryara fesihkirina xwe ya PKK’ê û bi biryara bi dawî anîna têkoşîna çekdarî ya PKK re, jiyana xwe ya weşanê ya 44 salan bi dawî kiriye.
Serxwebûn bi sernavê "Ji bo destpêkek nû" ji xwendevanên xwe xatir xwest
Di gotara xatirxwestinê de, hat gotin ku "Çawa ku PKK, nîv sedsalek li hember hemû êrîşan li ber xwe da û rê li ber têkçûn û zilmê girt, di kongreya ku di navbera 5-7’ê Gulanê li dar xist de bi îradeya xwe ya azad avahiya xwe ya rêxistinî bi dawî kir. Serxwebûn jî ku bi awayekî pratîkî bi PKK’ê re hatiye naskirin, niha piştî ku hemû êrîşan şikandin, bi îradeya xwe ya azad jiyana xwe ya weşanê bi dawî dike."
Serxwebûn her wiha gotarek li ser biryarên ku ji hêla PKK’ê ve di kongreya dîrokî de hatine girtin û bidawîbûna jiyana weşana xwe parve kir. Serxwebûn di gotara xwe ya bi sernavê ‘ji bo destpêkek nû’ van nirxandinan kir:
“Guhertin û veguherîna radîkal a ku di tevgera Apoyîde tê jiyîn, bi xwezayî bandorê li her kesî û li her deverê dike. Biryara hilweşandina rêxistina PKK'ê ya ku di Kongreya 12'an de hatiye girtin, ji bo Serxwebûnê jî derbas dibe, ku di heman temenê PKK'ê de ye. Serxwebûn, ku dengê Berxwedana Kurd a hemdem, leheng û qehremanên Kurd, Kurd û Kurdistana azad û Şoreşa Azadiya Jinan e ku bi xwîna şehîdan hatiye çêkirin û mohra xwe li sedsala 21'an hiştiye, bi vê hejmarê jiyana xwe ya weşanê bi dawî dike.
Kovara Serxwebûnê, ku di Îlona 1978’an de bi awayekî îlegal dest bi weşanê kir, di hejmara xwe ya yekem de bi sernavê "Di dema derketinê de" damezrandina fermî ya PKKê, ku di nîv sedsala dawî de mohra xwe hiştiye, ji cîhanê re ragihand.
Serxwebûn di jiyana xwe ya weşanê ya îlegal li Bakurê Kurdistanê ji Îlona 1978’an heta Mijdara 1979’an, bi tevahî pênc hejmar, hejmareke sereke û çar hejmarên taybet çap kir. Şopa darbeya leşkerî ya faşîst a 12’ê Îlona 1980’an jî bandor li Serxwebûnê kir ku nekarî êdî werê weşandin. Serdema duyemîn a Serxwebûnê di Çileya 1982’an de bi hejmara yekem dest pê kir ku belgeyên Konferansa 1’emîn a PKK’ê ya ku di Tîrmeha 1981’an de pêk hat çap kir û ew li Ewropayê bû organeke mehane ya bi awayekî yasayî. Ji wê dîrokê heta îro ango Gulana 2025’an, ew roleke wekî organeke weşanê ya mehane lîst ku bi berdewamî û birêkûpêk çap bû. Ji bilî dehan hejmarên taybet ên ku wekî pêvek çap kir, ew weşana xwe bi vê hejmara 521’an bi dawî dike. Bi vî rengî, ew ne tenê di dîroka Kurdistanê de rekor dişkîne, di heman demê de di cîhanê de jî ji hêla weşanê de dikeve rêza pêş. Bi gotineke din, êdî ew hejayê cihê xwe yê dîrokê ye.
Wekî tê zanîn, Serxwebûn di Îlona 1978’an de li Kurdistana ku di nav qeyran û gengeşiya salên 1970’an de bi awayekî îlegal dest bi weşanê kir. Bi hejmara xwe ya yekem re, karî bi fermî partiyek mîna PKK’ê ava bike. Ew bû organek ku bi her awayî ji hêla Rêberê Gelê Kurd ve hati bû amadekirin û şekildan. Avakirina wê bi rastiya Kawayê Hemdem Mazlûm Dogan ve hate nas kirin. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di gotara xwe ya bi sernavê “Di dema derketinê de” de ku wî bi xwe ji bo hejmara yekem nivîsandibû de got: “Hestê şermê ku em ji ber rewşa ku Kurdistan lê hatiye kavilkirin hîs dikin, dê di bicihanîna erkên me de bibe çavkaniya me ya rastîn a hêzê.” Ger bi awayekî rast were destgirtin, PKK nîşanî her kesî da ku hestê şermê çiqas şoreşger e.
Zehmetiyên ku di jiyana xwe ya weşanê ya 44 salan de li Ewropayê kişandiye, ji yên li Kurdistanê ne kêmtir in. Tê zanîn ku ew rastî gelek zextan hatiye, ji qedexeyan bigire heta desteserkirinan, ji serdegirtinan bigire heta derxistina ji welêt. Li wir jî, bi berxwedanê xwe ava kiriye. Ev yek bi saya berxwedan û hewldanên bi dehan şoreşgerên wek Alî Haydar Kaytan ê ku damezrandina wê li Ewropayê îmze kir bigire heta Selçûk û Jiyanan gengaz bûye.
Lijneya Edîtoriya Serxwebûnê diyar kir ku: “Pir eşkere ye ku bidawîanîna jiyana weşanê ya Serxwebûnê ne dawî ye, berovajî yê vê, ji bo destpêkên nû bingeh avakirin û pêşî vekirineke. Mîrata Serxwebûnê, ku mohra xwe li ser serdemeke dîrokî hiştiye, dê di serdema nû de jî di weşanên nû de bijî û roleke bilîze.”
Rodî Bişeng