Ji kampa Holê 840 Iraqî ber bi welatê xwe ve bi rê ketin

Di çarçoveya koordîneya hevbeş a di navbera Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê û Komîteya Ewlehiyê ya Koçberan a Meclisa Îraqê, îro beşek din a penaberên Îraqî bi karwanan ji Holê ber bi Îraqê derketin rê.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li gorî agahiyan karwanê penaberan ji 249 malbatan (840 kes) pêk tê, wê di kampa Ceda ya parêzgeha Nînowayê ya Îraqê de werin bicihkirin.

Ji sala 2021’an ve Rêveberiya Xweser bi awayekî koordînekirî bi hikumeta Îraqê û Koalîsyona Navneteweyî re penaberên Îraqî yên di kampa Holê de, li ser daxwaza wan ji kampê derdixe.

Ji destpêka salê ve 13'ê karwanên penaberên Îraqî ji kampa Holê hatine derxistin.

Di kampa Holê de bi deh hezaran jin û zarokên çeteyên DAIŞ’ê hatine bicihkirin, hene.

Duh jî 55 koçberên ji Heleb, Hema, Humis û Idlibê ku li kampa Holê diman, di çarçoveya vegera bidilxwazî ber bi warê xwe ve bi rê ketin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye