Li Sêrtê 2 kes hatin qetilkirin 3 jî birîndar bûn

Li Sêrtê bûyereke kûştinê pêk hat. Mêrê bi navê Onur Ari ji malbata xwe, 2 kes qetil kir û 3 kes jî birîndar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hat diyarkirin ku li Sêrtê  mêrê bi navê Onur Ari, hevjîna xwe Mîne Ari û apê xwe Ozgur Ari qetil kir.

Her wiha Onur Ari, dayika xwe M.A., apê xwe F.A. û hevjîna birayê xwe N.A. jî bi giranî birîndar kir.

Hat ragihandin ku bûyer li taxa Firatê ya navçeya Misirc (Kurtalan) a Sêrtê pêk hat.

Birîndar sewqî Nexweşxaneya Perwerdehî û Lêkolînê ya Sêrtê hatin kirin.

Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat despêkirin û Onur Ari hat binçavkirin. 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye