Artêşa Tirk li Şirnexê operasyona leşkerî da destpêkirin

Artêşa Tirk tevî “Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk” jî li herêma Besta ya Bakurê Kurdistanê dest operasyona leşkerî kir.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li gorî nûçeya Ajansa Welat  Artêşa Tirk li Herêma Bestayê ya bi ser navenda Şirnexê ve dest bi operasyonek leşkerî kir.

 

Hate ragihandin ku operasyon hem ji bejahî hem jî ji hewayî ve tê domandin. Hat zanîn ku helîkopterên şer jî tev li operasyonê bûn e.

 

Ji Şirnexê gelek leşkerên artêşa Tirk berê xwe dane deverên Besta Hincê, Romaran û Mendîçelî ya girêdayî  Herêma Bestayê ye.

 

Walîtiya Şirnexê têkildarî operasyona leşkerî heta niha tu agahî bi raya giştî re parve nekiriye.

 

Her wiha ev 5,sal in bênavber dar tên birîn û bi lêgerînên maden, petrol û bendavan ekolojiya vê herêmê  tê tunekirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye