Serokê Amerîkayê Donald Trump, wek nûnerê Amerîkayê yê Kar û Barên Iraqê Mark Savaya destnîşan kir.
Di derbarê vê de Trump li ser hesabê xwe yê Truth Socialê nameyekê belav kir û got:
“Zanîna Mark Savaya ya li ser peywendiyên Iraq û Amerîkayê dê bibe alîkar di pêşxistina berjewendiyên gelê Amerîkayê de.”
Mark Savaya karsazekî ku di hêlên cuda cuda de kar dike ye.
Savaya bi taybetî berê xwe daye bazirganiya samanfiroşî, hawirde û hinardekirinê.