Serokê Koreya Başûrî pêşniyarekê ji bo bidawîkirina şerekî 76 salî dike.
Serokê Koreya Başûrî Lee Jae-myung pêşniyar kir ku bi Koreya Bakurî re hevdîtinan bike da ku şerê Koreyayê yê di navbera her du welatan de bi fermî bi dawî bibe.
Ev yek di demekê de tê ku paytexta Koreya Bakurî Pyongyang, têkiliyên xwe bi Rûsyayê re xurt dike û statuya xwe jî wekî hêzeke nukleerî xurt dike.
Her du Welatan ji hêla teknîkî ve hîn jî di şer de ne, ji ber ku şerê wan ê ji 1950`î heta 1953`an berdewam kir, bi agirbestekê bi dawî bû, ne bi peymaneke aştiyê.
Li gorî agahiyan di navbera her du aliyan de herêmek bi navê "herêma bê çek heye", ev herêm her du aliyan ji hev cuda dike ji dema agirbesta ku di sala 1953 de çêbû.
Lee: Gengaz e ku em li ser şiyanên nukleerî yên Koreya Bakurî jî nîqaş bikin
Lee Jae-myung pêşkêşiya xwe di merasîma bîranîna salvegera 81emîn a rizgarbûna Koryayê de, pêşkêş kir û got:
"Werin em niyeta xwe ya gefxwarina hev bidin aliyekî û ji bo bidawîanîna vî şerê demdirêj wekî beşdariya her du aliyan, dest bi hevdîtinan bikin.
Bi rêya vê yekê, gengaz e ku li ser tedbîrên bibandor ji bo rawestandina pêşkeftina şiyanên nukleerî yên Koreya Bakurî jî nîqaş bikin."
Lee berê jî, pêşniyar kiribû ku bi Koreya Bakurî re li ser bernameya wê ya nukleerî dan û standinên bê şert û merc bike, lê Koreya Bakurî hîn bersiv nedaye.