Keştiya balafiran a herî nûjen û herî mezin a hêzên deryayî yên DYA'yê USS Gerald R. Ford, ji Rojhilata Navîn diçe û wê rojên bê ber bi baregeha xwe ya bingehîn a li Virginiayê ve bi rê bikeve.
Li gorî agahiyên ku ji aliyê rayedarên DYA'yî ve hatin dayîn, vegera keştiyê piştî demeke dirêj a kar û pirsgirêkên teknîkî ji neçarî bû.
Tê gotin, keştiya ku ev nêzîkî 10 mehan e li deryayê ye, pêwîstiya wê bi lênêrîn û başkirineke lezgîn heye.
Dema normal a kar a keştiyên balafiran 6-7 meh in, lê belê Ford ji vê demê bêtir ma.
USS Gerald R. Ford yek ji sê balafirên keştiyan ên DYA'yê yên li herêmê bû.
Bi çûyîna keştiyê re hêzên êrîşê yên Waşingtonê yên li Rjohilata Navîn wê gelekî kêm bibe.
Ford beriya niha li peravên Venezuelayê di operasyonê de bû û piştre di çarçoveya şerê Îranê de li Rojhilata Navîn kar kir.