Di daxuyaniyeke nivîskî de derbarê êrîşê de, Volodymyr Zelensky dazanîn ku lêpirsîn berdewam dike û got:
"Heta niha, tê zanîn ku 5 kes mirine, 10 kes jî rakirine nexweşxaneyê."
Şaredarê Kîevê Vitali Klitschko (Vîtalî Klîçko) li ser medyaya civakî diyar kir ku kesekî nenas li navçeya Holosivskyi ya bajêr gule li ser mirovan vekiriye.
Wezîrê Karên Hundir ê Ûkraynayê Ihor Klymenko (Îhor Klîmenko) jî li ser medyaya civakî destnîşan kir ku hêzên polîsên taybet li Kîevê li dijî çekdar operasyonek pêk tînin.
Klymenko (Klîmenko) zêde kir ku çekdar li Kîev di dema girtina xwe de hate bêbandorkirin.
Wezîrê Karên Hundir got ku êrîşkar ketiye sûpermarketekê, çend kes rehîn girtine û gule li polîsan reşandiye.