Medyaya Amerîkayê ragihand ku Rêveberê CIA John Ratcliffe serdaneke nehênî bo Moskowê kiriye. Armanca serdanê ew e ku Rûsyayê ji êrîşên gengaz ên li ser welatên NATO’yê asteng bike. Li gorî îstîxbarata DYA'yê, fikar hene ku Vladimir Putin bixwaze di salên pêş de hevgirtina NATO’yê biceribîne.
Donald Trump ev serdan wekî rûtîn pênase kir û got ku nîqaş li ser bidawîkirina şerê Ukraynayê bûye. Lê belê, rapor dibêjin ku Ratcliffe derbarê girtina Tengava Hurmizê û cezayên li ser Îranê de jî hişyarî daye Rûsyayê.
Berdevkê Kremlînê Dmitry Peskov diyar kir ku Ratcliffe bi istixbarat Rûs re rûniştiye, lê ligel Putin hevdîtin nekiriye. Ev serdan wekî yek ji girîngtirîn pêwendiyên rasterast ên her du welatan ên piştî şerê Ukraynayê tê dîtin.