Li Şamê 2 teqîn çêbûn

Di dema ku serokê Fransayê ji otêleke Şamê derket û berê xwe da Koşka Serokkomariyê, li navenda Şamê teqîn çêbûn. Koşka Elysee eşkere kir ku rewşa Makron baş e. Piştî wê teqînê, Macron û Şera bi hev re civiyan, lê naveroka civînê nehat eşkerekirin. Heta niha jî tu aliyekî, berpirsiyariya teqînan negirtine ser xwe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şam berî çend kêliyan.

Îro berî nîvro dengê 2 teqînan paytexta Sûriyê hejand, lê Koşka Elysee dibêje Macron ew deng nebihîstiye.

Di dema kişandina dîmenên teqîna yekem de, li orta bajarê Şamê teqînek din çêdibe..

Di dema teqînan de Serokê Fransayê li şamê bû

Berî vê teqînê, li balafirgeha Şamê mokêta sor hatibû raxistin, wezîrê karê derve yê Hikûmeta Veguhêz  a Sûriyê Eshed Şeybanî çavê wî li daketina mêvanê ku ji Parîsê hatiye.

Macron Duh gihiştibû Şamê

Emanuel macorn serokê Fransayê ji balafira xwe daket û bi vê yekê ew sarbûna diploasî ya di navbera Şam û Parîsê de bi dawî anî.

Herî dawiyê di sala 2009'an de Serokê Fransa yê wê demê Nîkola Sarkozî serdana Sûriyê kiribû lê piştre nakokî û alozî derketin û 17 salan mezinên Koşka Elysee têkiliyên xwe bi Şamê re qut kirin.

Li Şamê Macron û Şera bi hev re civiyan

Teqîna ku vê sibehê çêbû, di heman demê de bû dema ku Macron berê xwe dabû koşka serokkomariya Sûriyê û li wir bi Ehmed Şera serokkomarê demkî yê Sûriyê re civiya.

Macron û Şera serdana mizgefta Umewî kirin

Berî vê civîna fermî jî, duh bi şev Macron û Şera bi hev re serdana Mizgefta Umewî kirin.

Serokê Fransayê bi zimanê fermî yê welatê xwe li ser deftera nivîsê ya mêvanên Şamê li vê mizgefta kevnar çend hevok nivîsandin.

Makron çi nivîsiye, teqîn kî pê rabûye, di civînê de çi ji hev re gotine, heta niha nehatiye eşkerekiri

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye