Komîsyona Ewropayê ji bo hejmara penaberên li Îspanya, Îtalya, Yûnanistan û Kibrisê kêm bike, di nava hewldanan de ye.
Komîsyon van welatan "di bin zexta koçberan de" dibîne û di vê meseleyê de ji endamên din piştgirîyê dixwaze.
Veguhestina penaxwazan ji bo welatên din yek ji pêşnîyazên komîsyonê ne.
Opsîyoneke din a li pêşîya welatên endam alîkarîya darayî ye.
Bi gotineke din, endamên naxwazin penaberên ji van welatan bihewînin, dikarin alîkarîya fînansî ji wan re bişînin.
Komîsyonê ji 27 welatên endam ên YE re piştgiriya ya salane pêşniyar kir.
Bi mekanîzmayeke tê avakirin, hejmara giştî ya penaxwazên ku wê werin veguhestin û mîqdara alîkarîya fînansî wê bê dîyarkirin.
Fona Piştgiriyê 600 milyar euro ye
Mekanîzmaya nû sê vebijarkan dide welatên endam ên YEyê ji bo bicihanîna erkên xwe yên piştgirîyê.
Her welatek dikare hilbijêre ku hejmareke diyarkirî ya penaxwazan li ser axa xwe qebûl bike.
Welatên vê qebûl nekin, serê her penaberî 20 hezar euro wê bide welatê van penaberan dihewîne.
Tê plankirin, Fona Piştgirîyê ji 600 mîlyon euro dê pêk were.
Mekanîzmaya Komîsyonê pêşnîyaz dike divê ji alîyê piranîya endamên YE`yê bê erêkirin.
3 welat pêşnîyaza Brukselê red dikin
Serokwezîrê Macaristanê Viktor Orban, Serokwezîrê Polonyayê Donald Tusk û Serokwezîrê Slovakyayê Robert Fico berê diyar kiribûn ku ew ê polîtîkaya YEyê ya di mijara penaberîyê de bi cih neynin.
Her sê welat naxwazin koçber û penaberên ji welatên din li ser axa xwe bihewînin.
Serokwezîrê Polonyayê di vê mijarê de hîn zêde pêş de çûbû û gotibû, Polonya dê li gorî Peymana Koçberiyê koçberan qebûl neke û tevlî Fona Piştgirîyê nebe.