Çalakvanan dan zanîn ku di nivîsan de, diyar dibe ku ev gef ji aliyê DAIŞ'ê ve hatine nivîsandin.
Ji nivîsa ku li ser dîwarên kelehê hatiye nivîsîn yek jê ev bû: "Dewleta Îslamî tê û wê kûçikên koalîsyonê bikuje".
Bi vê yekê gefên yekser li welatiyên Sûriyeyî ji hêla şaneyên DAIŞˊê ve tên xwarin.
Piştî dûbarebûna van nivîsên gefxwarinê yên tundrew li ser dîwarên kolanan û dêran, di nava şêniyan de metirsiya ji destpêkirina êrîşên DAIŞê zêde bûye.