Rêxistina Mafê Mirovan a Îranê têkildarî qetilkirina zarokeke Kurd a ji aliyê dewleta Îranê ev agahî da.
Li navçeya Sewlawa ya Sine ya Rojhilatê Kurdistanê zarokê Kurd ê bi navê Sam Hesenî temen 15 salî di encama gule reşandina hêzên Îranê de hate qetilkirin.
Hate ragihandin ku bavê zarok Ehsen Hesenî jî giran birîndar bûye û ji bo dermankirinê şandine Merîwanê.
Li gorî agahiyan hêzên dewleta Îranê bê agahî gule li wesayîta malbata Hesenî barande.
Di êrîşê de Sam Hesenî hate qetilkirin û bavê wî jî giran birîndar bû.