Di 28 saetên dawî de li gundên herêma Xirûb a Şewf û gundên herêma Cizîn û Rîhanê agir bi daristanan ket.
Duh bi şev jî li daristanên Şedrayê şewatên berfireh derket lê ew şewat ji aliyê Tîmên Parastina Sivîl, artêş û şêniyan ve hat kontrolkirin.
Wezîra Jîngehê ya Lubnanê Tamara El Zên diyar kir ku piraniya şewatan ji ber destwerdanên mirovî yên bi zanebûn çêbûne û destnîşan kir ku ba jî dibe sedema belavbûna şewatan lê ne sedema bingehîn e.
Di heman demê de, Tamara El Zên da zanîn ku êrişên Îsraîlê sedema şewatên li taxên Cermiq, Mehmûdiye, Îşiye û Rîhanê ye û got ku dijmin li başûrê Lubnanê zêdetirî 8 hezar û 700 donim zeviyên çandiniyê û daristan şewitandin.