Qanûna Çarçoveyî ya “Xurtkirina hevgirtina neteweyî û yekparebûna civakî” ku ji 12 xalan pêk tê, bi îmzeya Serokkomar Erdogan di Rojnameya Fermî de hat ragihandin. Ev qanûna demkî dê 6 mehan di meriyetê de bimîne û ji bo destpêkirina sepandina wê dê li benda rapora teyîd û tespîtê ya MGKê were sekinandin. Tê payîn ku MGK di Cotmehê de bicive û raporê radestî Serokkomar bike.
Ji bo pratîkirina qanûnê amadekariyên avakirina 3 desteyan tên kirin. Desteya yekem (Desteya Şopandinê) di bin serokatiya Cigirê Serokkomar Cevdet Yilmaz de ji 8 kesan pêk tê û wezaretên peywendîdar tevî Serokê MÎTê Îbrahîm Kalin tê de cih digirin. Civîna wan a yekem dê di 24'ê Tebaxê de çêbibe. Desteya duyem dê li Meclisê wek Desteya Çavdêriyê ji 17 endaman pêk bê. Desteya sêyemîn jî dê ji aliyê Tevgerê ve were avakirin û tê destnîşankirin ku Abdullah Ocalan dê wek Koordînatorê Aştî û Siyasî di vê desteyê de cih bigire. Her wiha şandeya DEM Partiyê piştî hevdîtina bi Erdogan re amadehiya çûyîna Îmraliyê dike.