Ozgur Ozel ji bo qanûna çarçoveyî: Ji aliyê prensîbî ve me nedikarî bibêjin na

Serokê Giştî yê Partiya YENÎ Ozgur Ozel ragihand ku wan ji aliyê prensîbî ve nedikarî li dijî qanûna çarçove derkevin û got, "Em dixwazin vî welatî bi rê ve bibin. Ji ber vê yekê em li Diyarbekir, Batman û Mêrdînê jî daxwaza dengan dikin." 

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Serokê Giştî yê Partiya YENÎ Ozgur Ozel nirxandinên girîng li ser "Yasa Ji Bo Bihêzkirina Pişgiriya Neteweyî û Yekbûna Civakî" ku di nav gel de wekî "qanûna çarçove" tê naskirin, kir. Ozel bal kişand ser mijara rawestandina şer û çek berdanê û diyar kir ku partiyeke ku dibêje "Bila ev pirsgirêk di parlamenê de çareser bibe", nikare di parlamenê de li dijî vê gavan derkeve. Ji ber vê yekê wî bi girtina hemû berpirsiyariyê gotiye "Erê". 

Ozel, di berdewamiya axaftina xwe de destnîşan kir ku divê ew hestiyariyên herêmên wekî Deryaya Reş û Anatolyayê bibînin, lê di heman demê de nêzîkatiya dengdêrên Kurd ên li bajarên mezin û dengdêrên çepgir jî li ber çavan bigirin. Ozel eşkere kir ku ev biryara wan di anketan de encameke neyînî ava nekiriye. 

Ozel îdiayê ku ev piştgirî ji bo destûreke nû ya bingehîn wekî provayek e, red kir û got: "Di anayasaya nû de em tune ne. Anayasa mijareke din e, bêdengbûna çekan mijareke din e." Di dema dengdana qanûna çarçove de, di nav parlamenterên Partiya YENÎ de 35 dengên 'erê' û 54 dengên 'na' hatin bikaranîn û 2 parlamenter jî beşdarî dengdanê nebûn.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye