Desteya rêveberiya nû ya DEM Partiyê diyar bû

Endamên Meclisa Partiyê ya Nû û Meclisa Jinan a DEM Partiyê piştî kongreya 5`an civînên xwe yên yekem li dar xistin. Di civîna Endamên Meclisa Partiyê ya nû de 23 kes weke endamên Desteya Rêveberiya Nû ya DEM Partiyê hatin hilbijartin. Her wiha di Meclisa Jinan a DEM Partiyê de jî 16 jin weke endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan hatin diyarkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Duh Kongreya Mezin a Asayî ya 5`emîn a DEM Partiyê li Enqerê hat lidarxistin.

Endamên Meclisa Partiyê ya nû ya DEM Partiyê piştî kongreyê bi serokiya Hevserokên Giştî yên DEM Partiyê Tulay Hatîmogullari û Tuncer Bakirhan civîna xwe ya yekem li navenda giştî ya partiyê lidar xistin.

Di civînê de Desteya Rêveberiya Nû diyar bû.

23 kes weke endamên Desteya Rêveberiya Nû ya DEM Partiyê hatin diyarkirin.

Serokê Partiya YENÎ Ozgur Ozel hevserokên DEM Partiyê pîroz kir

Her wiha Serokê Giştî yê Partiya Yenî Ozgur Ozel jî bi rêya telefonê pîrozbahî li Tuncer Bakirhan û Tulay Hatîmogulları kir û di xebatên wan de serkeftin xwest.

Endamên kordînasyonê ya meclisa jinan diyar bû

Meclisa Jinan a DEM Partiyê jî civîna xwe ya yekem li dar xist.

Di civînê de endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan a DEM Partiyê jî diyar bû.

Di civînê de Halîde Turkoglu careke din weke Berdevka Meclisa Jinan a DEM Partiyê hat hilbijartin.

16 jin jî weke endamên Koordînasyonê ya Meclisa Jinan hatin diyarkirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye