Parlamenterê Yenî Yolê Îdrîs Şahîn: Ev ne reform û ne rastiya hiqûqî ye

Îro li Lijneya Giştî ya Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê nîqaşên li ser pêşniyara qanûnî ya ku di raya giştî de wekî "Pakêta Darazê ya 12'emîn" tê zanîn, dest pê kir. Partiyên muxalefetê anîn ziman ku ev pakêt pirsgirêkên bingehîn ên dadweriyê çareser nake.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Pakêta Darazê ya 12’emîn, ku niha li Meclisa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê tê nîqaşkirin, bû mijara rexneyên hevbeş ên muxalefetê.

Parlementerê Yenî Yolê yê Enqereyê Îdrîs Şahîn, li ser navê Koma Yenî Yolê axivî û diyar kir ku pêşniyar reformeke rastîn pêk nayîne.

Îdrîs Şahîn anî ziman ku rêzikname tenê ji guhertinên derengmayî pêk tê û di vê valahiya qanûnî de nikare wekî reformeke rastîn were hesibandin.

Wî destnîşan kir ku di dema pêvajoya amadekariyê de ti analîzeke bibandor nehatiye kirin û fikara xwe anî ziman ku yekkirina rêziknameyên curbecur di pêşniyareke yekane de dê nezelaliyên nû biafirîne.

Parlementerê ÎYÎ Partiyê yê Stenbolê Mehmet Satuk Bugra Kavuncu, li ser navê ÎYÎ Partiyê axivî.

Mehmet Satuk Bugra Kavuncu got ku pakêtên dadwerî yên heta niha hatine pejirandin, baweriya gel bi pergala dadweriyê zêde nekiriye.

Kavuncu anî ziman ku her çend pêşniyar sererastkirinên teknîkî dihewîne jî, ew ji bo pirsgirêkên bingehîn ên wekî serxwebûna dadweriyê, girtina pêş-darizandinê ya dirêj û tijîbûna girtîgehan çareseriyek pêşkêş nake.

Parlamentera DEM Partiyê Dîlan Ayan: Dadmendî û qanûn tune ne

Parlamentera DEM Partiya ya Rihayê, Dîlan Kunt Ayan jî diyar kir ku pakêt hêviyên der barê mafên mirovan û serxwebûna dadmendiyê de qels in.

Dîlan Kunt Ayan bal kişand ser rapora Parlamentoya Ewropayê ya li ser Tirkiyê û bi bîr xist ku rapor tekez li ser hilweşîna cidî ya serxwebûna dadweriyê dike û got:

"Di vê pakêtê de edalet, wekhevî û serweriya qanûnê tune ye"

Parlamentera DEM Partiya ya Rihayê destnîşan kir ku pêşniyara bendên der barê dadperweriya cezakirinê de, wekheviyê di bicihanîna cezayan û binpêkirinên mafên mirovan ên li girtîgehan de tune ne.

Parlamenterê MHP’ê yê Sakaryayê Muhammed Levent Bulbul perspektîfek cûda pêşkêş kir, û îdia kir ku pêşniyar dê leza û pêşbînîkirina pêvajoya dadmendiyê zêde bike.

Her wiha ew pêwistiyek e.

Lê belê, wî her wiha pêwîstiya bi destûreke nû û demokratîk ji bo bidestxistina çareseriyeke mayînde anî ziman.

Piştî temambûna nîqaşên li ser beşa yekem li parlamentoyê, xebatên Lijneya Giştî heta roja pêncşemê, 16’ê tîrmehê saet 14.00'an hatin bipaşxistin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye