Vê sibehê di çarçoveya biryara serdozgeriya Stenbolê de bi ser 11 malan de hat girtin û 6 kes hatin binçavkirin.
Di nav van 6 kesan de Şaredara CHPê ya navçeya Uskudarê Sinem Dedetaş jî heye.
Ev kesên hatine binçavkirin, bi tawana “di pêvajoya îcaze û avakirina înşaatan de bêrêkûpêkî” hatin binçavkirin.
Hat ragihandin ku di dema lêgerînan de gelek materyalên dîjîtal hatine desteserkirin.
Li gorî daxuyaniya Serdozgeriya Komarê, hat îdiakirin "gelek peymanên 'xizmeta şêwirmendiyê hatin îmzekirin û heta niha 361 milyon û 392 hezar û 264 Lîreyên Tirkiyê di vê çarçoveyê de hatine berhevkirin, wekî ku ji hêla daneyên MASAK û delîlên din ve hatiye destnîşankirin."