Desteya Şopandin û Nirxandinê civiya

Desteya Şopandin û Nirxandinê ya ku di çarçoveya Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk de hatiye avakirin, civîna xwe ya duyemîn li Enqereyê li dr xist.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Civîn di bin serokatiya Alîkarê Serokkomar Cevdet Yilmaz de li Qesrê bi rê ve çû. Di vê rûniştina duyemîn de Wezîrê Edaletê Akin Gurlek, Wezîrê Karên Hundir Mûstafa Çîftçî, Wezîrê Parastinê Yaşar Guler, Sekreterê Giştî yê Serokkomariyê Hakki Sûsmaz, Serokê MÎT'ê Îbrahîm Kalin û Sekreterê Giştî yê Desteya Ewlekariya Mîllî Okay Memîş amade bûn.

Desteyê ku civîna xwe ya yekemîn û destpêkê di 24'ê Tebaxê de li dar xistibû, di vê civînê de geşedanên di çarçoveya pêvajoyê de nirxandin. Li aliyê din hat ragihandin ku Kabîneya Wezîran jî wê îro bi serokatiya Serokkomar Recep Tayyîp Erdogan bicive.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye